Washington Free Beacon: Nûnerê Amerîkayê belgeyên nepen radestî Îranê û alîgirên wê kirin
PeyamaKurd – Navenda Washington Free Beacon, di raporeke ku 26ê Tîrmehê belav kiriye de, ragihand, gumana wê yekê heye ku sedema bidawîkirina peywira Nûnerê Amerîka yê Îranê Robert Malley, dayîna belgeyên nepenî yên Amerîkayê bo berpirsên Îranê yan jî alîgirên wan ên li Amerîkayê ye.
Di raporê de, rapora demên borî ya li ser malpera Tehran Times hatiye bibîrxistin û hatiye diyarkirin, Robert Mali digel Nûnerên Wezareta Derve ya Îranê û Berpirsên nefermî yên Îranê hevdîtin kirine û bi hin aliyên piştevanê rejîmê yên weke “Tirîta Parisî” jî di pêwendî de bûye.
Washington Free Beacon daye zanîn, hevdîtin û dayîna zanyariyên nihênî ji aliyê Robert Malley ve, pêwendiya wê bi piştevaniya rêkeftina serdema Serokê Amerîkayê Barak Obama ya digel Îranê heye.
Robert Malley meha Gulana 2023yan wekî nûnerê taybet ê Îranê hatibû destnîşankirin û tê gotin, niha ti agahiyên hestiyar yên Wezareta Derve ya Amerîka bo wî nayên dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin