Wayne David: “Herkes deyndarê Pêsmerge û xelkê Kurdistanê ye”

01 April 2024 22:06 0 dîtin
Wayne David: “Herkes deyndarê Pêsmerge û xelkê Kurdistanê ye”

PeyamaKurd – Wezîrê dewleta Îngîltere yê berpirsê ji Rojhilata Navîn Wayne David ji bo K24ê ragihandiye ku ew bi hukumeta Herêma Kurdistanê re nêz dixebitin û weha gotiye:

“Herkes deyndarê Pêşmerge û xelkê Kurdistanê ye û em bi hukumeta Herêma Kurdistanê re nêz dixebitin û têkiliyên me baş in.”

Wezîr David ragihandiye ku divê dadgeh azad û di ser siyasetê de bixebitin, divê serbixwe bin û her biryara ku bide divê temamên terefan qebûl bike û bi eksa wê bingeh ji biryaran re namîne. David gotiye:

“Biryarên dadgeha federal bi endişe ne, her welatê ku bêje demokrate, girînge ku dadgeh serbixwe bin. Em ji êrîşên Îranê bi endişe ne û di serî de ji êrîşên ser Kurdistanê. Civaka navdewletî divê li hemberê her cûre tevgeran bi xwurtî tewrê xwe nîşan bide.”

David gotiye ku DEAŞ hê jî li seranserê dinyayê ji bo sîvîlan tehdide û weha dewam dike:

“Pêşmerge li hemberê DEAŞê gelek cesur, xwurt û bi qehremanî şer kir, me jî bi wan re li hemberê DEAŞê şer kir. Ji ber wê, divê dostaniya navbera me pêşdetir here û xwurttir bibe.”