Welatên Yekîtiya Ewropayê sibê li ser sivikkirina cezayên li ser Sûriyê gotûbêj dikin
PeyamaKurd – Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) wê sibê bicivin û pêşniyarên ji bo sivikkirina cezayên li ser Sûriyê gotûbêj bikin.
Tê çaverêkirin ku endamên Yekîtiya Ewropayê li ser sivikkirina cezayên li ser Sûriyê li hev bikin.
Li gorî agahiyên ku du jêderên dîplomatîk ên Ewropî yên ku ji hevdîtinên li Brukselê didomin dane çapemeniya Ereb, Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê wê mijarên wekî sînordarkirina rêwîtiyê, hinartina neft û gaza Sûriyê, gihîştina binesaziyê û alîkariyên mirovî û herwiha rakirina gav bi gav sînordarkirinan li ser danûstandinên darayî gotûbêj bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin