Welatekî din têkiliyên xwe û Îsraîlê asayî dike

07 October 2021 16:02 0 dîtin
Welatekî din têkiliyên xwe û Îsraîlê asayî dike

PeyamaKurd – Serokê Daîreya Rojhilata Navîn û Proseya Aştiyê di Wezareta Derve ya Îsraîlê de Eliav Binyamin, ragihand, bi çend welatên din re jî danûsdandina asayîkirina têkiliyan tê kirin û wekî yek ji welatên dorê jî navê Umanê bilêv kir.

Eliav Binyamin, di civîneke rojnamevanî ya ser medya civakî de bal kişand ser peymanên aştiyê yên asayîkirina pêwendiyên bi welatên Erebî yên Îmarat, Mexrîb (Fas) û Behreynê re û li ser pirsa rojnamevanan welatê di dorê de eşkere kir.

Binyamin got, "Ji xwe em bi welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê re hevdîtinan dikin. Pêwîste her yek ji wan biryara xwe ya ji bo dema rast û çawaniya wê ya asayîkirina pêwendiyan bide. Umman jî di nav de em bi hemûyan re diaxivin. Hevkariyeke me ya berdewam heye.