Welatên cîhanê 2.1 trîlyon dolar ji lêçûnên leskerî xerc kirine
PeyamaKurd – Dinya ji bo çekirina çekan û parastinê bi trîlyonan dolar xerc dikin û hat zanîn ku sala borî welatên cîhanê 2.1 trîlyon dolar ji lêçûnên leşkerî xerc kirine.
Daneyên Enstîtuya Lêkolîna Aştiyê SIPRI diyar dikin, di sala 2021an de, welatên cîhanê 2.1 trîlyon dolar ji lêçûnên leşkerî xerc kirine. Ji ber ku welatên mîna Rûsya, Çîn û Hindistanê her ku diçe zêdetir veberhênan li serbazên xwe dikin û Amerîka jî gelekî bêtir xerc dike.
Li gor zanyariyan, bi taybetî piştî dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê, gelek welatên Ewropî jî behtir ji bo parastinê bûtçeyên zêde kifş dikin. Ev jî şkênandina rekorek nû ye di derbarê xerckirina dirava ji bo berhêmanîna çekan.
Zanyarî eşkere dikin, li di Polonya mihracana çekan de, gelek welatan serdana mihracanê kirin û diyar bû ku bazirganên mezin ên çekan ji hemû cîhanê li hev civiyan.Zextek mezin li ser pêçesaziyê di vî warî de çêdibe.
Herwiha welatekî wek Swêdê jî piçesaziya xwe di derbarê vê de berfireh dike. Dema mirov serdana kargeha çekan a Saab li bajarê Karlsgona dike, ev yek gelek bi zelalî tê xuyanî. Çekên Swêdî, wek Nlaw, Carl Gustaf û çeka dijî-tank AT4, dikarin guhertinekê di şerê Rusya û Ukranya de bike. Ev çek alîkariya Ukrayna dikin ku bikaribe xwe biparêze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin