Welatên Ereb û Îslamê Hemas nas nekir: Nûnerê mesrû yê Filîstînê rêveberiya Mehmûd Ebas e!
PeyamaKurd - Lûtkeya Hevpar a Yekîtiya Ereb û Teşkîlata Hevkariya Îslamê ya ku li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê li ser êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê hate lidarxistin, bi ragihandina danezanekê bidawî bû.
Di xala 27an a danezana ku serokên dewlet û hikûmetên welatên endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamê û Lîga Ereban li ser li hev kirine de, beşeke balkêş heye ku tê de behsa nûnertiya fermî ya Filîstînê tê kirin û behsa Hemasê qet nayê kirin.
Di danezana Lûtkeya Xezeyê ya Yekîtiya Ereb û Teşkîlata Hevkariya Îslamî de hate diyarkirin ku Yekane nûnerê gelê Filîstînê rêveberiya Mehmûd Ebas a Rêxistina Rizgariya Filîstînê ye û bang li komên Filîstînî jî hate kirin ku di bin banê wê de kom bibin.
? İslam İşbirliği Teşkilatı Gazze Zirvesi Sonuç Bildirgesi’nin 27.maddesinde; Filistin halkının tek temsilcisinin Mahmud Abbas yönetimi (FKÖ) olduğu ve tüm Filistinli grupların da FKÖ çatısı altında toplanması çağrısı yapıldı. pic.twitter.com/C8XBJD7zgU
— Daily Islamist (@dailyislamist) November 11, 2023

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin