Welatên Ewropa û NATOyê li ser gefên Putin biryarên nû dan
PeyamaKurd – Welatên Ewropayê li ser ragihandina seferberiya giştî ya ji aliyê Serokê Rûsyayê Wladimîr Putin û gefa wî ya bikaranîna bombeyên atomî biryara dorpêçên nû dan.
Berpirsê Karûbarê Ewlekarî û Siyaseta Karên Derve ya Ewropayê Josep Borrell diyar kir, welatên endam di nava YE de biryar dane da ku dorpêçên nû li ser Rûsyayê, berpirs û dezgehên curbicur yên hikûkmeta Rûsyayê bisepînin.
Herwiha Borrell destnîşan kir, YE biryar daye da ku hevkariyên zêdetir jî di warê leşkerî, darayî û aborî de pêşkêşî Ukraynayê bike.
NATO jî li hember gefên Putin bêdeng nema û got, Putin nikare di vî şerî de jî serkeftî be û encamên vî şerî jî wê gelekî zerarê bidin Rûsyayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin