Welatên G7an pistî du salan li Londonê dicivin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrên Derve yên welatan pêşketî G7an piştî zêdetirî du salan li Londonê dicivin.
Hat eşkerekirin ku di civîna Koma 7an a ji welatên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Japonya, Brîtaniya û Amerîkayê pêk tê de wê dosyayên Çîn, Lîbya, Sûriye û Rûsyayê werin gotûbêjkirin.
Wezîrên Derve yên welatên G7an di civîna îro de wê li ser amadekirina civîna serokên dewlet û hikumetan biaxivin û herwiha mijarên Çîn, Brouma, Lîbya, Sûriye û Rûsyayê gotûbêj bikin.
Hatiya ragihandin ku wê tundiya li Etyopya, dosyayê Îran, Koreya Bakur, Somal, Sahel û Balkanan û pirsgirêkên jeopolîtîk ên binpêkirina demokrasî, azadî û mafên mirovan jî werin guftûgokirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin