Wezareta Elektrîka Kurdistanê: Xebatên taybetkirinê bidawî dibin
PeyamaKurd - Wezareta Elektrîka Kurdistanê ragihand, ku xebatên taybetkirina elektrîka Kurdistanê ber bi dawiyê ve diçin.
Wezareta Elektrîka Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, wezîrê elektirîkê Kemal Mihemed Salih îro bi wekîl û berpirsên giştî yên tevahiya parêzgehên Kurdistanê re civiyaye û di civînê de behsa xebatên taybetkirina elektrîkê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê hat eşkere kirin, di civînê de ev jî hat gotin ku dema elektrîk bikeve destê sektora taybet dê rewşa elektrîkê baştir bibe û serpêçî û hederdayîna elektrîkê jî dê kêm bibe.
Wezaretê daye xuyakirin, xebatên taybetkirina elektrîkê ber bi dawîbûnê ve diçin û dê destpêka meha Îlona îsal xilas bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin