Wezareta Pêsmerge: Pêsmerge Muhammed Ahmed Mustafa pê li mayînê kir û sehîd bû
PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihgand ku Pêşmerge Muhammed Ahmed Mustafa, li bajarê Duhokê li navça Amediyê li gundewaran pê li mayînê kiriye û di encamê de şehîd ketiye.
Peşmerge Muhammed Ahmed Msutafa bi xwe ji xelkê Akrê ye û li devera Berwariya li nahiya Kanî Masiyê, di wexta karê xwe dikir de, pê li mayîneka çandî kiriye. Wezareta Pêşmerge weha got:
“Di 06.01.2025an de, roja Duşemê Pêşmerge Muhammed Ahmed Mustafa yê ku di tabûra yekem ya bi ser Tumena Piyade ya 4em de karê xwe di noqteyekî leşkerî de dikir, di dema karê xwe dikir, pê li mayîna ku berê hatibû çandin kir û di encamê de şehîd ket.
Bi vê bûyera xemgîn, em xemgîniya xwe radigihînin, jê re ji Xwedê rehmetê dixwazin, ji malbat, hevalên wî yên Pêşmerge û dostên wî re, sebrê û sersaxiyê dixwazin.”
Cenazê Pêşmergê şehîd ji bo otopsiye birin Tib a Edlî ya bajarê Duhokê. Wezaret zêde jî agahiyan parvenekir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin