Wezareta Pêsmerge: Bingeha îdiayên medyaya PKKê, tuneye

28 August 2022 22:30 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge: Bingeha îdiayên medyaya PKKê, tuneye

PeyamaKurd- Ji aliyê Serfermandariya Wezareta Pêşmerge ve daxuyaniyek hat belavkirin û îdiayên medyayên PKKê yên li ser ‘Hêzên Pêşmerge, li çiyayên Amêdî û Zapê ji artêşa Tirkiyeyê re rê xweş kirine’ red kir.

Di daxuyaniyê hat ragihandin tu bingeheke wan îdiayên medyaya PKKê tuneye û PKK nikare şerê Tirkiyeyê bike û bi berdewamî navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji hêzên Tirkiyeyê re vala dike.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serfermandariya Wezareta Pêşmerge ve îro hat dayîn de wiha hat gotin:

“Medyayên PKKê, ji dûrî ve wêneyên çend otomobîlên Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê belav kirine û îdia dikin ku Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, ji hêzên Tirkiyeyê re rê xweş kirine. Tevî ku em tekez dikin tu bingeheke wê îdiayê tuneye, em radigihînin ku mafê Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê ye li ser axa xwe desthilat û erkên xwe cîbicî bike û ax û xelkê Kurdistanê biparêze.

Lê pirs ev e, hêzên PKKê bi çi mafî li ser axa Herêma Kurdistanê ne û destê hêzên Tirkiyeyê jî li peyî xwe radikişînin nav axa Herêma Kurdistanê? Çima naçin hundirê Tirkiyeyê û çima gef û serêşiyan ji bo xelkê Kurdistanê çê dikin?”