Wezareta Tenduristiyê: “Li Herêma Kurdistanê rêjeya pençesêrê kêmtir e ji rêjeya navdewletî”
PeyamaKurd – Di daxuyaniya Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku “Rêjeya penceşêrê li Herêma Kurdistanê kêmtir e ji rêjeya navdewletî ye. Li cîhanê her saetekê 2 haletên pençeşêrê tên tomarkirin, lê li Herêma Kurdistanê ev rêje gelekî kêmtir e û di bin kontrolê de ye.”
Beriya niha li ser gelek rûpel û medyaya dîjîtal nûçe hatibû belavkirin ku “Li Herêma Kurdistanê di her 53 xulekan de kesek tûşî penceşêrê dibe”.
Wezîrê Tendirustiya Herêma Kurdistanê Saman Berzincî beriya niha ragihandibû ku hikûmeta Herêma Kurdistanê salane 90 milyar dînar wek bûdceyeke taybet ji bo dermankirina nexweşên penceşêrê terxan dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin