Wezîrê dadê yê Tirkiyê Tunç, sedema qedexeya leystika “Robloxê” ragihand
PeyamaKurd – Wezîrê dadê yê Tirkiyê Yılmaz Tunç ragihand ku ji ber naverokên îstîsmara zarokan di platforma “Robloxê” de hene, qedexe danîne ser platforma “Robloxê”.
Tunç got ku wezareta gihandinê û avahiyên bingehîn li ser biryara dadgeha sulh cezayê ya 6em ya bajarê Adanayê biryarê daye ku li seranserê Tirkiyê kes nikaribe platforma “Roblox”ê bikarbîne.
Tunç, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku li gor qanûnan; divê zarok bên parastin û mecbûrin çavdêriya zarokan bikin. Nabe teknolojî bi xerabî bê bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin