Wezîrê Derve yê Îranê cara yekem serdana Afganistanê kir

26 January 2025 14:19 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Îranê cara yekem serdana Afganistanê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqcî piştî ku Talîban bûye deshilat cara yekem serdana Afganistanê kir.

Di serdanê de Eraqcî û hepîşeyê wî yê Afganî Mevlevi Emir Han Muttaki hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî medya Afganî di hevdîtinê de, pêşxistina hevkariya aborî, bazirganî û pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Tevgera Talîbanê Tebaxa 2021ê hatibû ser deshilata Afganistanê û ji wê demê ve ev yekem serdana asta bilind e ku ji aliyê Îranê ve bo Kabîlê tê kirin.

Hate ragihandin ku wê hevdîtinên şanda bilind a Îranê ligel berpirsên Talîbanê bi taybet di warên aborî û pêşxistina pêwendiyan de berdewam bikin.