Wezîrê Derve yê Iraqê: Ti ziyan di dayina çekan ji bo Pêsmerge tune

25 September 2024 09:07 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Iraqê: Ti ziyan di dayina çekan ji bo Pêsmerge tune

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku Hikûmeta Iraqê şandina çekên giran bo Pêşmerge pesend kiriye û ti ziyanek di vê yekê de tune.

Fuad Huseyîn ku di çarçoveya serdaneke fermî de li Amerîkayê ye, doh di derbarê mijarê de daxuyanî da K24ê û diyar kir ku civîna hevpar a hikumeta federal û DYAyê dewam dike û li ser peymana ewlehiyê heta niha li hev nekiriye û wiha got: "Heke lihevkirinek çêbibe dê hefteya bê daxuyaniya lihevkirinê bê weşandin. Herdu Alî niha li ser çend xalan gotûbêj dikin.”

Derbarê pirsgirêkên darayî yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de jî Huseyîn wiha got:

"Şanda darayî ya Iraqê serdana Hewlêrê kir û pirsgirêka mûçe û budçeyê çareser kir. Sedema derengketina mûçeyan bi burokrasiya Bexdayê ve girêdayî ye."

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên jî ragihand, hikûmeta federal şandina çekên giran bo Pêşmerge pesend kiriye û ti ziyanek di vê yekê de tune.