Wezîrê Îranê: Em pistevaniya pêsxistina têkiliyên Tirkiye-Sûriyê dikin

19 November 2024 20:01 0 dîtin
Wezîrê Îranê: Em pistevaniya pêsxistina têkiliyên Tirkiye-Sûriyê dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Bassam al-Sabbagh re hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê di civîna rojnamevanî de Eraqçî bal kişand ser, danûstandinên bo asayîkirina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyê û got, “Di çarçoveya rêzgirtina li serweriya yekparçeyîya axa herdu welatan de, em piştevaniya pêşxistina pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyê dikin.”

Eraqçî, herkwiha diyar kir ku hevdîtineke berhemdar û sûdewar bi hemkarê xwe re kiriye û da zanîn, “Me digel pêwendiyên dualî mijarên rewşa dawî ya Xeze û Lubnanê gotûbêj kir. Em tim bi gelê Sûriyê re bûn û em ê di vê de berdewam bin.”