Wezîrê Îranê: Me hewla bidestxistina çekên atomî û kustina Trump nedaye
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku Îran hewla bidestxistina çekên atomî nade, ev siyaset jî li ser bingehên Îslam û li berçavgirtina rewşa ewlekariyê ye.
Eraqçî li hesabê xwe yê medya civakî Xê hewlên bidestxistina çekên atomî red kir û got: “Ew îdiayên têkiliyên di navbera Tehran û hewla kuştina Donald Trump de ne rast in û girîng e ku di navbera her du welatan de bawerî hebe.”
Eraqçî wek nîşaneke din a xweşbîniyê ji bo nebûna pêwendiya Îranê di hewla kuştina Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump de jî diyar kir: “Gelê Amerîkayê biryara xwe daye û Îran jî rêzê li mafê wan yê hilbijartina serokatiya welatê wan re digire.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî jî gotibû, “Propagandaya li ser hewla Îranê ya kuştina Donald Trump, komployeke hovane ya Îsraîl û opozîsyona Îranê ya li derve ye ji bo alozkirina pirsgirêkên navbera Amerîka û Îranê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin