Wezîrê Îsraîlî Daxwaza Dagirkirina Daîmî ya Xezzeyê kir!

12 August 2024 08:31 0 dîtin
Wezîrê Îsraîlî Daxwaza Dagirkirina Daîmî ya Xezzeyê kir!

PeyamaKurd – Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê Îsraîlê Îtamar Ben Gvir li dijî peymana agirbesta muhtemel a li Xezzeyê derket û banga dagirkirina daîmî kir.

Wezîrê Ewlehiya Neteweyî yê rastgirên tund ê Îsraîlê Îtamar Ben-Gvir îdia kir ku li şûna ku bi Hamasê re agirbest û pevguhertina girtiyan çêkin, divê bi dagirkirina xaka Xezzeyê koçberiyê teşwîq bikin. Ben-Gvir di daxuyanîya ku da rojnameya Maarifê ya Îsraîlî de, îdia kir ku rûniştina li ser maseyê bi Hamasê re xeletî û felaketeke mezin e, tekane rêya vegerandina dîlên Îsraîlî yên li Xezzeyê "leşkerî" ye û ji bo vê "Divê xebatên leşkerî bên zêdekirin."

Ben-Gvir angaşt kir ku wan Hamas têk biriye û ji bo serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu wê xeletiyek mezin be ku agirbest û pevguhertina girtiyan bi Hamasê re qebûl bike. Herwiha got, "Ez ne tenê nerînên rayadarên kabîneyê dibihîzim, herwiha nêrînên fermandarên sehê jî dibihîzim. Gelo em ê niha ji bo bihêzkirina Hamasê biçin Qahîreyê?"

Ben-Gvir diyar kir ku ji 9 mehan zêdetir e dibêje "Divê sotemenî ji Xezzeyê bê qutkirin" û wiha got, "Eger Îsraîl sotemenî û alîkariyên însanî yên ji Xezzeyê qut bike, Hamas wê di nava du hefteyan de teslîm bibe."