Wezîrê Îtalî li Samê bi Ehmed Sara re civiya

10 January 2025 16:34 0 dîtin
Wezîrê Îtalî li Samê bi Ehmed Sara re civiya

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî, ji bo piştgiriya pêvajoya nû serdema nû ya Sûriyê serdana Şamê kir û bi Serokê rêveberiya veguhêz ê Sûriyê Ehmed Şara re civiya.

Associated Pressê (AP) ragihand ku dê Tajani bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bike da ku lêvegerekê ji cezayên dijî Sûriyê bike û wan dorpêçên serdema Esed rawestîne.

Tajani diyar kiriye, nîşaneyên yekem ên ji Şamê hatine êrîne bûne û ew dê alîkar bin di proseya veguhêz ya li Sûriyê de ji bo aramiya welat.

Hêjayî gotinê ye, di serdana xwe ya yekem a piştî hilweşîna desthilata Beşar Esed de Wezîrê Karê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajanî li Şamê serdana mizgefta Emewî kir.