Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan diçe seredana Misrê dike

03 August 2024 17:37 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan diçe seredana Misrê dike

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan li ser daweta wezîrê karên derve yê Misrê Bedir Abdulati di 5ê Tebaxê de (05.08.2024) seredana Misrê dike.

Paşî, wê serokê Misrê Abdulfettah es-Sisi û wezîrê karên derve yê Misrê Abdulati, di çarçova civîna Konseya Hevkariyê ya Stratejîk ya Bilind de, wê seredana Tirkiyê bikin. Niha amadekariyên civînê dê bikin û ji bo bingeha civînê şertan amade bikin.

Di civîna konseyê de, wê li dora 20 peymanan îmza bikin û dê li ser xalên peymanan biaxifin.

Di seredana Hakan Fidan de, li ser babetên weka têkiliyên siyasî, aborî, çand, pêşdeçûnên li herêmê û babetên rojane biaxifin û her weha wê li ser derfetên hevkariyê yên di seha enerjî, tenduristiyê, tûrîzm û sanayiya bergiriyê biaxifin.

Bazirganiya navbera Misrê û Tirkiyê li dora 10 mîlyar dolariyê lê her dû teref dixwazin hecma bazirganiyê derxin 15 mîlyar dolarî.

Tirkiyê girîngiyê bi Misrê re dide çand, perwerdê û seha zanistê de, têkiliyên navbera zankoyan, medya û di seha danûsitendinê de wê xebatên hevpar bikin.

Bûyerên li Xezzayê, mesela Fîlîstînê, alîkariya mirovî ya ji bo Xezzayê, mijarên li Lîbya, Sûdan û Somaliyê wê babetên axaftina wan bin.

Fidan, her weha dixwaze seredana deriyên Rafahê û El Arîşê bike û seredana navenda lojîstîk ya Heyva Sor ya Misrê bike.

Piştî Sisi biryara didardekirina serpereştên Îxwanan (Birayên Misilman) dabû û bicîh anî bû, têkiliyên navbera Erdoğan û Misrê xerab bûbûn lê piştî 12 salan Erdoğan seredana Misrê kiribû û pêwendiyên xwe bi Misrê re xwurt kiribû.