Wezîrê Tenduristiya Lubnanê: Di êrîsa Îsraîlê de 51 kes mirin
PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Firas Abiad, ragihand ku di êrîşa asmanî ya îro 25ê Îlonê ya Îsraîlê de, 51 kes mirine û 223 kes jî birîndar bûne.
Êrîşên berfireh ên Îsraîlê bi ser Lubnanê de, ji 23yê Îlonê roja Duşemê ve dewam dikin û heta niha tevî armancên Hizbûllahê gelek deverên sivîl lê hene jî hatine bombebaran kirin.
Firas Abiad, di civîna rojnamevanî de ragihand ku di encama êrîşên îro de, 51 kes hatine kuştin û 223 jî birîndar bûne. Heta niha zêdetirî 600 kes di êrîşên Îsraîlê de can dane û bi hezaran jî birîndar hene.
Herwiha li gorî amarê Rêxistina Koçê ya Navnetewî, di nav du-sê rojên dawî de, herî kêm 90 hezar û 530 kes li Lubnanê ji cih û warên xwe bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin