Wezîrê Tirk: Di rojeva me de ‘Pêvajoyeke Çareseriyê’ nîne
PeyamaKurd - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, bersiva da pirsa derbarê nîqaşên piştî silav Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ya bo DEM Partiyê û peyamên aştiyê.
Yilmaz Tunç, li ser pirsa rojnamevanan got ku pêvajoyeke bi navê çareseriyê di rojeva wan de tune ye û diyar kir, “Hevalno, rojeveke wiha nîne. Ev mijar niha tenê gotegot in.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê Cotmehê li parlamentoyê çûbû cem parlamenterên DEM Partiyê û silav dabû wan. Piştre jî daxuyaniyên aştiyê bi DEM Partiyê re dabûn û gotibû, divê bibin partiyeke Tirkiyeyî.
Bahçelî gotibû: "Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin."
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî piştgirî da Bahçelî û got: “Em daxuyaniyên Birêz Devlet Bahçelî teqdîr dikin û em hêvî dikin ku destê Tifaqa Cumhurê ji aliyê muxatabên wê ve baş were fêmkirin.”
Piştî van daxuyaniyan, li Tirkiyeyê di qada siyasî de, nîqaşên “Gelo pêvajoyeke nû dest pê dike?” dest pê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin