Wezîr Yerlikaya: Mixabin jimara miriyên otêla Kartalkayayê giha 76 kesan

21 January 2025 22:49 0 dîtin
Wezîr Yerlikaya: Mixabin jimara miriyên otêla Kartalkayayê giha 76 kesan

PeyamaKurd – Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku di karesata Boluyê ya şewata otêlê de, jimara miriyan gihaye 76 kesan û li ser şewatê 9 kesan xistine binçav.

Yerlikaya got ku şewat seet di 03.27an de derketiye û li gor tesbîta yekem 66 kes miribûn lê niha jimara miriyan gihaye 76 kesan.