Wezîrê bazigraniyê yê Tirkiyê Mehmet Mus gihîste Hewlêrê
PeyamaKurd – Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê bi seredana fermî çûbû Bexdayê û li Bexdayê bi wezîrê gihandinê bi Nasır el-Şîblê re, bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re, bi serokwezîr Mustafa Kazimî û bi wezîrê bazirganiyê yê Iraqê bi Ala el-Cûbûrî re hevdîtinên fermî kir.
Wezîr Muş, seredanên xwe yên fermî li Bexdayê qedand û îro çû Herêma Kurdistanê Hewlêrê. Li balafirgeha Hewlêrê ya navdewletî ji aliyê wezîrê bazirganî û sanayiyê yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslum de hat pêşwazîkirin.
Wezîr Mehmet Muş, wê bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û bi serokwezîrê herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re hevdîtin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin