Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê: “Divê em li hemberê Îranê bikevin nav tevgerê”

02 August 2021 22:18 0 dîtin
Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê: “Divê em li hemberê Îranê bikevin nav tevgerê”

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Îranê Benny Gantz got ku Îran li herêmê êrîşên xwe zêde kiriye û divê li hemberê Îranê yekser bikevin nav tevgerê. Gantz di meclisa Îsraîlê de axaftina xwe kir û li ser êrîşa ser keştiya Îsraîlê ya di 30 yê temmûzê dê ku ketibû ber êrîşa Îranê, şiroveyan kir.

Gantz, li ser êrîşa kuştina di keştiyê de ku Îngîlîzekî û hemwelatiyekî Romanya jiyana xwe ji dest dabûn, Îranê sûcdar kir û weha got:

“Êrîşên Îranê yên li herêmê û deryayan zêde dibin. Ew ne tenê bi artêşa nukleerî dimîne lê di pêşbirkeka çekdarbûyînê de ye, îstîqrara herêmê xerab dike û divê em li hemberê Îranê têkevin nav tevgerê.

Bo parastina hemwelatiyên Îsraîlê gelkî derfetên me weka alav û bijarteyên me hene. Em ê bi yên zerarê didin me re hesabê xwe bikin.”