Wezîrê darayî yê Herêma Kurdistanê bi Kovid-19 ê ket

08 September 2020 01:12 0 dîtin
Wezîrê darayî yê Herêma Kurdistanê bi Kovid-19 ê ket

PeyamaKurd- Wezîrê darayî yê Herêma Kurdistanê Awad Şêx Cenab bi Kovid-19 ê ket. Awad Şêx Cenab di nava heyeta ku dê biçûya Bexdayê de bû. Lê berya ku herin Bexdayê testa Kovid-19 ê kirin û testa wî posîtîv derket. Lewra wê bi şanda Kurdistanê re neçe Bexdayê.

Wezareta darayî mijarê weha ragihand:

“ Berya heyeta Herêma Kurdistanê here Bexdayê testên Kovid-19 ê hatine kirin û di encamnê de testa wezîrê me yê darayî û maliyê posîtîv derketiye. Lewra wê weîrê me bi heyetê re neçe Bexdayê.”