Wezîrê Derve û Cîgirên Serokê Perlemana Îraqê Ji bo besdariya MEPSê gihistin Hewlêrê

20 November 2023 01:22 0 dîtin
Wezîrê Derve û Cîgirên Serokê Perlemana Îraqê Ji bo besdariya MEPSê gihistin Hewlêrê

PeyamaKurd - Bi merema ku beşdarî korbenda MEPSê bibin, Wezîrê Karên Derve û Cîgirên Serokê Perlemana Îraqê gehiştin Hewlêrê û ji aliyê Parêzgerê Hewlêrê ve hatin pêşwazîkirin.

Li gor ragehandina parêzgeha Hewlêrê, berî demeke kêm Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Balafirxaneya Navneteweyî Ya Hewlêrê pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îraqê Diktor Fuad Husên û herdu Cîgirên Serokê Perlemana Îraqê Şaxewan Ebdula û Muhsin Mendelawî  û şanda pê re kir ku ji Beha Arecî û hejmareke perlemanterên Îraqê pêk hatibûn.

Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn ku wekî MEPS tê nasîn dê li roja 19ê vê mehê li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bi tevlîbûna zêdetirî 150 kesatiyên siyasî û şarezayên navxweyî û navdewletî bi rê ve biçe. 

Di wê korbendê de çend panel bi rê ve diçin ku girêdayî ecêndaya Gera Çarê ya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn in, ku ji rewşa Îraqê û Herêma Kurdistanê, alingariya ewlehiyê, aborî û siyasî, rewşa ewlehiyê ya Rojhilata Navîn, guhertinên seqayê û berhingarbûna alingariyan û kêmkirina girjiyan pêk tê.

Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn korbendeke salane ye ku ji aliyê Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ve tê rêkxistin, cara yekê li sala 2019ê bi rê ve çû, îsal jî gera wê ya çarê dê bê kirin û dê sê rojan berdewam be.

Li ser astê Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Serokê YNKyê Bafil Talebanî, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hişyar Zêbarî û bi dehan kesatiyên din dê tevlî vê korbendê bibin.

Diyartirîn kesatiyên navdewletî ku dê tevlî MEPS 23an bibin jî ev in; Serokwezîrê Berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, Wezîrê Berê yê Gencîneya Brîtanyayê Nazim Zehawî, Wezîrê Enerjiyê û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, Nûnera Taybet a Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert, Wezîrê Berê yê Xwarin û Çandinê yê Tirkiyeyê Mihemed Mehdî Eker û çend kesatiyên din ên siyasî, akademî û şareza di warên siyasî û teknolojiya zanyarî de.