Wezîrê Derve yê Amerîkayê îro gihîst Îsraîlê
PeyamaKurd – Ji destpêka şerê Israîl û Hamasê û heta niha, cara sêyêm e Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Îsraîlê dike.
Piştî Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Blinken wê di vê serdana xwe de bi berpirsên Telavîvê re danûstandinan li ser pirsa operasiyona bejahiyê ya Îsraîlê li ser Gazzeyê û rêkarên azadkirina revandiyan bike.
Herwiha tê payîn ku pirsa damezrandina dewleta serbixwe ya Filistînê jî di vê serdanê de bê kirin.
Piştî Israîlê, biryar e Blinken serdana Urdinê jî bike.
Rojnameya New York Timesê jî ragihandiye, Blinken wê ji bo agirbesta serbazî ya demkurt ragihîne û ji bo revandî bên rizgarkirin û alîkariyên mirovî jî bigihêjin Gazzeyê vê serdanê dike.
Berpirsên Koçka Spî ji rojnameya New York Timesê re gotine, agirbesta demkî ji agirbesta demdirêj cuda ye, îdareya Biden difikire ku Hamas fêdê ji agirbesta demdirêj werbigre û rojanameyê gotiye, Biden ketiye bin givaştinên navxweyî, ji bo ku bersiva rêkxistinên mirovî bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin