Wezîrê Derve yê Awusturyayê: Em ê bi Mesrûr Barzanî re baskirina pêwendiyên dualî gotûbêj bikin
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Awusturyayê Alexander Schallenberg ragihand, wê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re li ser pêşxistina peywendiyên Awusturya û Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin.
Wezîrê Derve yê Awusturya Alexander Schallenberg ku li Hewlêrê ye, di daxuyaniyekê de ji K24ê re diyar kiriye: “Ez bi şandeke mezin a bazirganiyê re li vir im ji bo pêşxistina peywendiyên bazirganî ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê. “Di vê serdanê de gelek mijar hene ku em dixwazin li ser biaxivin.
Schallenberg got, “Pêwîstî bi geşepêdana zêdetir siyasî û bazirganî bi Herêma Kurdistanê re heye. "Ez gelek kêfxweş im ku îro li vir im."
Schallenberg da zanîn, di gelek mijaran de rasterast bi Iraq û Herêma Kurdistanê re peywendiyên wan hene û got, “Şîrketên Awûstûryayî li vir in û veberhênanê dikin. Avusturya dixwaze amadekariyên zêdetir bike û li vir çalakiyên xwe yên bazirganî pêş bixe. “Armanca me li gel Iraq û Herêma Kurdistanê ev e.
Schallenberg bi bîr xist ku do Balyozxaneya Avusturya li Bexdayê hat vekirin û diyar kir ku ewê gavên din bavêjin û dixwazin di pêşerojê de li Herêma Kurdistanê konsolxaneya xwe vekin.
Derbarê hevdîtina wan a li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî de jî, Schallenberg got, “Emê li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Awusturyayê gotûbêj bikin. “Herwiha hin pirsgirêkên me yên din jî hene ku em li ser biaxivin.
Wezîrê Derve yê Avusturya Alexander Schallenberg di çarçoveya serdaneke fermî de şeva borî hat Hewlêra paytext.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin