Wezîrê Derve yê Îranê bi rêya telefonê bi rêberên Hamas û Cîhada Îslamî re axivî

02 February 2024 17:26 0 dîtin
Wezîrê Derve yê Îranê bi rêya telefonê bi rêberên Hamas û Cîhada Îslamî re axivî

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan bi Serokê Mekteba Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye û Sekreterê Giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ziyad El Nehhale re bi telefonê axivî.

Abdullahiyan berxwedana gelê Filistînê ya 4 mehên dawî pîroz kir û diyar kir ku tenê gelê Filistînê xwediyê rasteqîne yê van xakan e û mafê biryardayina li ser çarenûs û paşeroja xwe heye û mafê ti aliyekî nîne plan û îradeya xwe ferz dikin.

Heniye, rêberê Hamasê ji Abdullahiyan re behsa rewşa dawî ya Xezzeyê û Şerîeya Rojava û plan û destpêşxeriyên siyasî yên derbarê rawestandina êrîşên Îsraîlê û pevguhertina girtiyan kir. Di hevdîtina Abdullahiyan-Nahhale de geşedanên dawî yên li Xezze û Filistînê û pêşniyarên ku ji komên Filistînî re derbarê agirbest û pevguhertina girtiyan hatin kirin, hatin gotûbêjkirin.