Wezîrê Derve yê Îranê ji bo civîna NY diçe Amerîkayê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Husên Ebdulahyan ji bo beşdarî civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe diçe bajarê New York ê Amerîkayê.
Berdevkê wezareta derve yê Îranê Seîd Xetîbzade eşkere kir, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Ebdulahyan wê serdana New Yorkê bike û diyar kir ku Husên Ebdulahyan roja 20.09.2021ê beşdarê civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê dibe.
Xetîbzade got, wezîrê derve yê Îranê li gel civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê li gel wezîrên derve yên 5 welatên ligel Îranê danûstandinên peymana atomî li Vîyenayê dikin re jî bicive ku ji Fransa, Rûsya, Brîtanya û Çînê û Almanya pêktên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin