Wezîrê Îsraîlê mercê gihandina alîkariyên bo Xezeyê eskere kir...
PeyamaKurd - Wezîrê Enerjiya Îsraîlê Yisrael Katz, ragihand ku bi mercekî destûrê dide ku alîkariyên mirovî bo Xezeyê bên gihandin.
Wezîrê Enerjiyê yê Îsraîlê Yisrael Katz bi daxuyaniyeke fermî eşkere kir, ew rê nadin ti amûreke sereke yan jî hevkarî û alîkariyeke mirovî bigihe Xezeyê. lê tenê eger Tevgera Hemasê kesên di dema êrîşa 7ê Cotmehê ya ser Îsraîlê de hatine dîlkirin azad bike, ew ê destûra gihandina alîkariyên mirovî bidin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Alîkariyên mirovî ji bo Xeze bi ti awayekî elektrîkê li xwe nagire û herwiha av ji bo wan nayê berdan û heta yek barhilgireke sotemeniyê jî dê negihe wan, heta ew revandî û destbiserên Îsraîlê nevegerin welatê xwe, ku ji aliyê Hemasê ve hatine revandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin