Wezîrê karên derve Hakan Fidan û wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Soygu hevdîtin kirin
PeyamaKurd - Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu li Moskovayê hevdîtin kirin. Piştî her dû wezîr li ser peymana dexlê axifîn, Rûsya (Sergey Şoygu) bersiveka zelal da dinyayê û got:
“Di mehên dawiyê de me li ser peymanê gelek hewl da û bi xêra serokkomar Erdoğan peyman bicîh hat. Peyman ne ji ber kêmasiya Rûsyayê rawestiya. Sozên ku dane Rûsyayê bicîh bînin em ê wexta peymanê dirêj bikin. Lê bicîhanîna peymanê ji çêkirina korîdor û guzergahên nûh zahmettir xwuya dike.”
Şoygu her weha behsa têkiliyên bi Sûriyê re kir û got:
“Meseleyên xebatên li ser Sûriyê yên me bi we re (Tirkiye) destpêkir ku em jî di nav de, paşî hemkarên me yên Îranî jî tevlî bûn, mijara projeya normalbûna têkiliyên navbera Tirkiyê û Sûriyê ne. Ev mijar mijara hevdîtina serokên îstîxbaratên wezaretên bergiriyê yên Tirkiye û Rûsyayê ye ku mijarên dunyewî û mirovî bi awayekî pratîk çareser bikin.”
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan jî got:
“Em bi we re bi salaye di mijarên herî krîtîk de bi serkeftin dixebitin û me her wext tewrê xweşbîniyê nîşan da. Ev nîşanî me dide ku têkiliyên navbera Rûsya û Tirkiyê çendîn kûre û ji terefê stratejiyê de çendîn li hev e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin