Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken wê cara 5em here Rojhilata navîn

03 February 2024 21:34 0 dîtin
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken wê cara 5em here Rojhilata navîn

PeyamaKurd - Blinken, ji roja 7ê Cotmehê ku şerê Hamasê û Îsraîlê destpêkiriye eya niha 4 care ku diçe Rojhilata Navîn û niha wê cara 5em here geryana xwe ya Rojhilata Navîn. Wê di gera xwe de li ser rewşa dawî ya Xezzayê û pêvajoya guhertina dîlan bi hev, li ser rewşê bi muhatabên xwe re biaxife.

Li gor ragihandina wezareta karên derve ya Amerîkayê; wê Blinken di 4-8ê Sibatê de seredana Sa’ûdî Arabistan, Misir, Qatar, Îsrail û Şerîa Rojava bike.

Mijareka dinê ya Blinken ew  e ku alîkarî bigihê Xezzayê û hem bê dikarin esîran bi hev biguhêrin an na. Hûsiyên ku li Kendava Adenê û Derya Sor êrîş dibin ser keştiyên bazirganî û hêzên Amerîkayê, dê bibe mijareka din ya Blinken ya hevdîtinê.