Wezîrê karên derve yê Avûstûryayê Schallenberg giha Herêma Kurdistanê, Erbîlê
PeryamaKurd – Wezîrê karên derve yê Avûstûryayê Schallenberg piştî seredana xwe ya fermî ya ji bo Bexdayê, giha Herêma Kurdistanê, Erbîlê. Alexander Schallenberg, dema giha balafirgeha Hewlêrê li balafirgehê ji terefê berpirsê karên derve yê Herêma Kurdistanê ji aliyê Sefîn Dizeyî de hat pêşwazîkirin.
Bende ne ku Schallenberg siba an ku roja 13ê Êlûnê bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî re hevdîtin bike.
Schallenberg, wê li Kurdistanê li ser pêwendiyên Erbîl û Viyanayê rawestin. Sedema seredana wezîrê karên derve yê Avûstûryayê, li ser daweta wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ku dawet kiribû da konsulxana xwe ya li Bexdayê ji nûh de vekin, kiriye.
Schallenberg ragihand ku ji bo îstîqrara herêmê rola Iraqê gelek girînge û roleka baş dileyîze û weha dewam kir:
“Armanca seredana min ya Iraqê ew e ku di sehayên cuda de têkiliyên xwe bi Iraqê re kûr bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin