Wezîrê karên derve yê Erebistanê pistî 7 salan seredana Tehranê kir
PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan bi wezîrê karên derve yê Erebistana Saûdiyê Prens Faysal Bin Ferhan re li Tehranê civiya. Hevdîtin piştî 7 salan çêbû û ji bo di asta wezîran de hevdîtina ewilî ya li Tehranê ye, gelek girîng e. Hevdîtina her dû wezîran li wezareta karên derve ya Îranê çêbû. Piştî pêşwazîkirina wezîrê Erebistanê, hevdîtinên duqolî kirin û her dû wezîr derketin ber çapemeniyê.
Wezîrê karên derve yê Erebistanê Ferhan got:
“Ji bo bi Îranê re pêwendiyên biratiyê û cîrantiyê deynin, em bendewarin. Em bi rizamendî pêşwaziya heciyên Îranê dikin û em ê di nêz de konsulxaneyên xwe yên Tehranê vekin.”
Wezîrê karên derve yê Îranê Abdullahiyan jî ragihand ku bi Erebistanê re hevdîtinekî baş kirine û ji bo aştî û îstîqrarê, wê bi Erebistana Saûdiyê re bixebitin. Her dû wezîr her weha behsa rewşa li Fîlîstînê û Sûdanê jî kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin