Wezîrê Karên Derve yê Îranê: Divê Washington garantiyên xurttir raberî Tehranê bike
PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husêyîn Abdullahîyan do diyar kir, ji bo vejandina peymana atomî ya 2015an, divê Washington garantiyên xurttir raberî Tehranê bike.
Li gor Abdullahiyan da zanîn, divê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê (IAEA) dawî li lêpirsînên xwe yên bi armancên sîyasî bîne.
Bi navbeynkariya YEyê, danûstandinên nerasterast yên Amerîka û Îranê ji bo 16 mehan berdewam kirin, lê bê encam bi dawî bûn.
Berpirsê Sîyaseta Karên Derve yê YEyê Josep Borrell di 8ê Tebaxê de eşkere kir, YE ji bo vejandina peymana atomî belgeyeke dawîn pêşkêşî her du aliyan kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê do di derbarê vê xalê de eşkere kir, Tehran nirxandina xwe ya ser bersiva Washingtonê didomîne ku ji rêka YE gihîştibû destê wê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin