Wezîrê Karên Derve yê Yunanîstanê, hat Tirkiyeyê

12 February 2023 20:01 0 dîtin
Wezîrê Karên Derve yê Yunanîstanê, hat Tirkiyeyê

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Yunanîstanê Nikos Dendias, hat bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê ku bandora erdheja li Mereşê lê bû.

Li gorî agahiyên hatin parvekirin, balafira taybet a ku Wezîrê Karên Derve yê Yunanîstanê Nikos Dendias tê de bû, li Balafirgeha Şakirpaşa ya Edeneyê danî.

Hat zanîn ku Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu pêşwaziya wezîrê Yunan kir û ligel wezîrî civînek pêk hanî.

Her wiha hat diyarkirin ku Yunanîstanê, operatorên telefonê, ji bo kesên bi xizmên xwe yên erdhejê re biaxivin, bê heq pêşkêş kir. Di daxuyaniya ku hat ragihandin de hat gotin ku ew ê axaftin û peyamên telefonan, dê ji bo Tirkiye û Suriyeyê belaş bin.