Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê bi serdanekê gihîst Tehranê
PeyamaKurd – Wezîrê Karûbarên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, îro ji bo pêwendiyên dualî, pirsên rêkeftina atomî, rewşa Sûriye û Yemenê gotûbêj bikin, bi serdanekê gihîşt Tehranê û bi Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re civiya.
Li gor zanyariyan, Sergey Lavrov dê bi Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbafî re jî bicive.
Di wê serdanê de, dê 2 rêkeftin di navbera Îran û Rûsyayê de bên îmzekirin. Yek ji wan rêkeftinan kulturî û ya din jî derbarê bernameya pêngavên alîkariyê de ye.
Balyozê Îranê yê li Rûsyayê Kazim Celalî diyar kiribû, Moskow û Tehran li ser asta navdewletî rûbirûyî astengiyan dibin û dikarin zêdetir nêzîkî hev bibin, ji ber ku Amerîka reftareke xerab bi Îran, Rûsya û Çînê re dike û dorpêçê li ser wan datîne, ew her sê welat dikarin yekgirtinekê ava bikin û li kêleka hev rawestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin