Wezîrê Karûbarên Olî: Pirsgirêka Kurdan ne Olî ye, Netewî ye...
PeyamaKurd - Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq, behsa pêkvejiyan û aramiya Herêma Kurdistanê kir û got: ‘’Pirsgirêka kurdan ne olî ye, pirsgirêka kurdan netewî ye.’’
Piştîwan Sadiq li Duhokê ji çapemeniyê re da xuyakirin, eger Mela Mistefa Barzanî zanîba pirsgirêka me ya olî heye, dê li şûna damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê, Partiya Îslamî ya Kurdistanê damezrandiba.
Sadiq got: ‘’Her ji kevin de mizgeftên Herêma Kurdistanê cîhê hest û niştimanperweriyê bûye. Gelê kurd pirsgirêka wî ya olî nebûye, ji ber ku di berê de hejmareke zêde ya zanî û kesayetên diyar nav gelê kurd de hebûne ku berdewam xizmeta olî û niştimanî li gel yek kirine, heta bawer nakim di çi neteweyekî de, di wê astê de kesayetên wisa hebin. Lê pirsgirêka me pirsa niştiman û welat û pirsa netewî ye. Mixabin ew welatên ku Kurdistan nav xwe de dabeş kirine, hizir dikin ku ew welatên îslamê ne, lê heta naha hizra îslamî tenê li hember gelê kurd wekî pêwîst bicîh nakin, her yek ji wan welatan hewl didin nasnameya niştimanî ya gelê kurd, nehêlin.
Piştîwan Sadiq da zanîn: ‘’Ya ji hemûyê zêdetir me dilgiran dike, mixabin xelkek nav me de heye, dema welatek biryarekî nerewa li hember mafên gelê kurd dide bi wê keyfxweş dibin û bi rastî heyf û mixabin miletek hejmara wî 40 milyon be û heta naha nebibe xwedî welatê xwe.
Wezîr Piştîwan Sadiq diyar kir: ‘’Eger pirs ji zanayên Tirkiye, Sûriye, fars û ereban bê kirin û em jê bipirsin erê kurdan rol hebûye ji bo pêşketina ola îslamê? Dê di cîh de bersivê bidin û bibêjin belê belê…Lê eger em pirs jê bikin gelê ma kurdan jî maf tine bibin xwedî welatekî serbixwe? Dê yekser ji dil de bihejin li hember wê yekê û bersivekî nerewa bidin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin