Wezîrê Misirê li Washingtonê ji bo Rojava bang li Amerîkayê kir: Sînorekî deyne!
PeyamaKurd - Misirê dijî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê yên Tirkiyê bang li Amerîkayê kir ku dawî li dagirkeriyê bîne.
Wezîrê Derve yê Misirê Samih Şukrî li Washingtonê bi şêwirmendê Koşka Spî Jared Kushner ê zavayê Trump re civiya.
Şukrî di civînê de bang li rêveberiya Amerîkayê kir ku ji bo “rola xerabker” a dewleta Tirk ya li Bakûrê Sûrî, sînorekî deyne.
Wezîrê Misirî xwest ku ‘dagirkeriya dewleta Tirk a nerewa’ li bakurê Sûrî bi dawî bibe.
Wezîrê Karê Derve yê Misirê berê jî ji rayedarên Amerîkî re gotibû, divê êrîş û dagirkeriya Tirkiyê bi dawî bikin, destûr nedin guhertina demografiyê û li gorî biryara Konseya Ewlekariyê dest bi pêvajoya siyasî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin