Wezîrê Siûdî pistî 7 salan serdana Tehranê dike

12 June 2023 21:03 0 dîtin
Wezîrê Siûdî pistî 7 salan serdana Tehranê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçoveya normalbûna pêwendiyên dîplomatîk de ku herî dawî Îran û Erebistana Siûdî balyozxaneyên xwe piştî 7 salan vekirin, ji aliyê Siûdî ve serdaneke asta bilind bo Tehranê tê kirin.  

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî di civîna rojnamevanî de eşkere kir, li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahyan, Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan di demeke nêzîk de serdana Tehranê dike.

Kenanî vekirina balyozxaneya Cideyê û ji aliyê Erebistana Siûdî ve jî ji nû ve vekirina balyozxaneya Tehranê ku hefteya borî hatibûn vekirin, bibîr xist.

Rayedarê Îranê herwiha got ku ew niha jî hewl didin veguhestina mehkûman di navbera Amerîka û Îranê de pêk bînin ku hevdîtin aliyên sêyemîn re berdewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, pêwendiyên Îran û Siûdî ji 3yê Çileya 2016an ve piştî îdamkirina bawermendê Şîî Nimr en-Nimr ji aliyê Erebistana Siûdî ve hatibûn rawestandin.

Piştî 7 salan 10ê Adara 2023yan jî li Pekînê bi navbeynkariya Çînê pêwendiyên dîplomatîk û proseya normalbûnê di navbera herdu welatan de ji nû ve dest pê kiribû.