Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê: Li Tirkiyê bo cara ewil haleteke Covid-19ê hat tomakirin

11 March 2020 10:26 0 dîtin
Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê: Li Tirkiyê bo cara ewil haleteke Covid-19ê hat tomakirin

PeyamaKurd – Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê Fahrettin Koca, ragihand ku bo cara ewil haleteke Covid-19ê (virusa koronayê) hatiye xuyakirin.

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettin Koca, ragihand ku li Tirkiyê bo cara ewil derketiye holê ku vîrusa koronayê (Covid-19) ketiyê canê kesekî ango testa wî ya Covid-19ê pozîtîf derketiye.

Wezîrê tirk, da zanîn ku kesê ku Covid-19ê ketiye canê wî ji Ewropayê hatiye, zilamek e û rewşa wî baş e û din çavdêriya pizîşkî de ye. Koca eşkere nekir bê ew neweş kî ye û li kîjan nexweşxaneyê ye.

Herwiha wezirê tirk Koca, diyar kir ku eger ne pêwîst be bila welatî dernekevin derveyî welêt û welatiyên ku ji derveyî welêt vedigerin, bo 14 rojan xwe îzole bikin û li xwe miqate bin.

Ji aliyê din ve, wezîrê tendirûstiya Tirkiyê eşkere kir ku betlaneyên xebatkarên Mirûriyetên Sînor û Qeraxan a Wezareta Tendirûstiyê hatine betalkirin.