Wezîrên Karên Derve yên New Zealand û Çînê li ser Pasîfîkê gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Wezîrên Karên Derve yên New Zealand û Çînê derengiya roja Duşemê li ser rola Çînê ya li Pasîfîkê gotûbêj kirin.
Li gor Reutersê diyar kir, wezîrên her du dewletan li ser rola Çînê ya li Pasîfîkê danûstandin kirine.
Wezareta Karên Derve ya New Zealandê eşkere kir, ew ê piştgiriyê bidin Foruma Giravên Pasîfîk û giraniyê bidin ser çareserkirina kêşeyên herêmê.
Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi jî destnîşan kir, ew ji bo pêwendiyên New Zealand û giravên herêmê rêzê digirin û got, ew dixwazin ku hevkariya bi wî welatî re xurttir bikin.
Wang herwiha da zanîn, danûstandinên wan yên bi giravên herêmê re, li ser xurtkirina hevkariyê ye.
Herî dawî Reutersê eşkere kir, Wezîra Karên Derve yê New Zealandê Nanaia Mahuta jî ji hemtayê xwe re qala kêşeyên mafên mirova yên li Çînê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin