Wezîrên karên derve yên YA yê hisyarî dan Rûsyayê

14 December 2021 01:35 0 dîtin
Wezîrên karên derve yên YA yê hisyarî dan Rûsyayê

PeyamaKurd – Nûnerê bilind yê siyaseta ewlehiyê yê Yekîtiya Awrûpayê Josef Borrell piştî civîna wezîrê karên derve yên welatên Yekîtiya Awrûpayê, ji bo rojnamevanan di derbarê naveroka civînê de agahiyan da. Borrell weha got:

“Wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Awrûpayê hişyariyê dan Rûsyayê û gotin wê bedela tewrê rûsyayê yê êrîşker bo ser Ûkraynayê giran be.

Wezîran ji bo du paketên dorpêçan biryarê dan. Yek ji wan ji bo welatê Mali ye ku dezge û saziyên nahêlin derbasî demokrasiyê bibin. Ya dinê şîrketa ewlehiyê ya Rûsyayê Wagner e ku li Lîbya, Sûriye, ûkrayna, Mozambîk, Sûdan û Komara Orta Afrîkayê xebatên xwe dike.

Rûsya di şerê hîbrît de di dinyayê de li gelek deveran tehdîde û dibe sedema bêîstîqrariyê. Rûsya li ser sînorê Ûkraynayê tehkîmatê dike û YA yê ji bo yekîtiya axa Ûkraynayê desteka tam dide Ûkraynayê.

Wezîrên YA yê di vê babetê de gelek zelal bûn. Eger Rûsya êrîşkariyekî ji bo Ûkraynayê bike, wê bedela wê ya siyasî û aborî gelek zêde be. Di vê mijarê de em bi hevkarên xwe yên transatlîk re û welatên ku weha difikirin re, em di nav koordînasyonê de ne.”

Her weha di nav babetên ku li ser wan axifîne, pirgirêka Maraş a Kibrisê, Afxanistan û Etiyopya jî hebûn.