Wezîrên Karên Derve yên YEyê, li Kievê civiyan
PeyamaKurd- Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE), cara ewil li paytexta Ukraynayê Kievê li hev civiyan.
Nûnerê Bilind ê Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê yê YEyê Josep Borrell, di daxuyaniya xwe ya li ser tora medyaya civakî de diyar kir ku wan cara ewil wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li welatekî ne endam kom kirine.
Borrell di peyama xwe de got, "Pêşeroja Ukraynayê, di Yekîtiya Ewropayê de ye."
Borrell ku bi Wezîrê Karên Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist, got ku ew ê rewşa dawî ya li ser piştgiriya ku ji Ukraynayê re tê dayîn gotûbêj bikin.
Borrell destnîşan kir ku wezîrên hemû welatên endam li Kievê li hev civiyan û biryardariya xwe ya ji bo piştgiriya Ukraynayê nîşan dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin