WP: Trump ji bo Ukraynayê bang li Putin kir
PeyamaKurd – Rojnameya Washington Postê duh ragihandibû ku Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê bi telefonê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re axivî û wan şerê li Ukraynayê gotûbêj kir.
Rojnameyê diyar kir ku Trump bang li Pûtîn kir ku şerê li Ukraynayê zêde neke.
Di nûçeyên medyayê de hat ragihandin ku Trump roja Çarşemê bi Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy re jî hevdîtin kir û got ku ew ê piştgirîya Kîevê bikin.
Di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê de, Trump got ku ew ê çareseriyek bibîne ku şer "di nav rojekê de" biqede, lê diyar nekir ku ew ê çawa bike.
Di daxuyaniya roja Îniyê ya Kremlînê de hat gotin ku Pûtîn amade ye bi Trump re li ser mijara Ukraynayê biaxive, lê ev nayê wê wateyê ku Moskow amade ye daxwazên xwe biguherîne.
Pûtîn şert û mercên ji bo bidawîkirina şer di 14ê Hezîranê de diyar kir. Ukrayna red kir û got ku ev tê wateya teslîmbûnê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin