Xamaneyî biryara efûya cejnên Qurban û Cedîr Xumê pesend kir
PeyamaKurd - Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî bi boneya cejnên Qurban û Cedîr Xumê, biryara efûkirin an kêmkirina cezayê 2 hezar û 654 girtiyan pejirand.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Mizanê ya girêdayî Dezgeha Dadwerî ya Îranê, bi pêşniyara Serokê Dezgeha Dadweriyê Gulamhusên Muhsînî Eceyî û bi pesendkirina Rêberê Olî Ali Xamaneyî, bi boneya hatina cejnên Qurban û Cedîr Xumê, biryara efuya di derbarê cezayê 2 hezar û 654 girtiyan de hate dayîn.
Li gorî biryarê girtiyên ku ji aliyê dadgehên Şoreş û Giştî û Saziyên Dadwerî yên Hêzên Çekdar ve hatine cezakirin, wê cezayê 29 mehkûmên îdamê bên sivikkirin û 1038 girtî jî bên serbestberdan.
Hate diyarkirin ku ji kesên di çarçoveya efûyê de sûd ji biryarê wergirtine 182 jê jin, 53 jê kesên ji ber sûcên ewlekariyê ceza xwarine û 30 jê jî girtiyên biyanî ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin