Xelîfe Xefter bi fermî namzetiya xwe ya hilbijartinên seroktiya Libyayê ragihand

16 November 2021 16:32 0 dîtin
Xelîfe Xefter bi fermî namzetiya xwe ya hilbijartinên seroktiya Libyayê ragihand

PeyamaKurd – Fermandarê artêşa niştîmanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter, ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên seroktiya Lîbyayê dibe û îro belgeyên namzetiya hilbijartinên serokatiyê yên Libyayê pêşkêşî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a li Benxaziyê kir.

Fermandarê artêşa Libyayê Xelîfe Hefter îro 16ê Mijdarê ragihand ku ew xwe ji bo namzetiya hilbijartinên serokatiyê yên Libyayê pêşniyar dike.

Hefter piştî ku belgeyên pêwîst pêşkêş kirin, li ser televîzyonê axivî û eşkere kir, ew ne ji bo desthilatdariyê lê belê ji bo ku gelê Libyayê di qonaxeke çarenivîsa xwe pêk bîne de, beşdarî hilbijartinan dibe.

Hefter got ku ew pabendî yekîtiya welat, serwerî û serxwebûna Libyayê ne.

Hefter herwiha soz da ku heger bi ser bikeve, dê li kêleka libyayiyan bisekine da ku xewnên wan û di serî de yekîtiya welat, serwerî û serxwebûna welat pêk bîne.