Xelkê Lubnanê ji ber serê Hamas-Îsraîlê bi fikar e!

23 October 2023 20:40 0 dîtin
Xelkê Lubnanê ji ber serê Hamas-Îsraîlê bi fikar e!

PeyamaKurd – Şerê Hamas û Îsraîlê metirsiyeke mezin li ser xelkê Lubnanê çêkiriye ku pevçûnên Hizbullaha Lubnanê fikareke mezin a derbasbûna şer a nav Lubnanê çêkiriye.

Rojnameya Şerq El Ewsat li ser bandorên şerê Xezayê yên li ser Lubnanê ragihandiye ku welatiyên Lubnanê bi fikar in ku welatê wan jî bikeve nava şerê Îsraîl-Hemasê ku 2 hefte ye dewam dike.

Di nûçeyê de hatiye gotin: “Hin rêxistinên çekdar ji bilî Hizbullahê ragihandine ku wan moşek avêtine Îsraîlê. Vê yekê metirsiyên gel zêdetir kirine.”

Hatiye diyarkirin, Hizbullah hewl dide hejmareke herî zêde ya rêxistinên çekdar li eniya başûr kom bike û bi wê yekê dixwaze sîwaneke sunnî di şerê li Xezayê de ava bike ku Hizbullah vê yekê teşwîq dike.